Please open Telegram to view this post
VIEW IN TELEGRAM
کوردستان / Kurdistan
Please open Telegram to view this post
VIEW IN TELEGRAM
ڕەحم بە مردووەكانیش ناكەن!
بە پێی هەواڵی گەیشتوو بە ژیانەوەی كوردستان گڵكۆی هۆنەرمەندی لاو كۆچكردوو سارۆ سووزەنی لە لایەن كەسانێك كە گۆمان دەكرێ سەر بە دام و دەزگا ئەمنییەتیەكانی رژیم بن ئاگری تێ بەر دراوە,
سارۆ سووزەنی لاوێكی هۆنەرمەند كە ماوەیەك پێش ئێستا بە هۆی رووداوی هاتۆچوو گیانی لە دەست دا، خەڵكی سەقز بە ئاپۆرای جەماوەری رێزیان پێشوازیان كرد لە ئەسپەردەكردنی ئەم لاوە دڵ پڕ لە ئاواتە و گڵكۆەكەیان گوڵ باران كرد,
بە داخەوە ئەم پێشوازی و رێز گرتنە لە هۆنەرمەدنێك كە هەموو خەڵكی سەقز بە ئازادیخۆازیان دەزانی بووە بە چەقڵی چاوی دەست وپێوەندەكانی رژیم، هەر بۆیە گۆمان دەكرێ ئەم كارە قیزەونە كاری ئەوان بێت.
یادی كاكە سارۆ هەمیشە زیندووە و ئاوت و ئارەزووەكانی بەرقەرارە، روو ڕەشی بۆ تاریک بینان و ئەوانەی چاویان بە هۆنەر و هۆنەرمەندیان كورد هەڵنایە و تەنانەت ڕەحم بە گڵكۆەكانیان ناكەن
ژیانەوەی كوردستان بە تووندی سەركۆنەی ئەم كارە قیزەونە دەكات.
سەرچاوە کاناڵی ژیانەوەی کوردستان
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324

دایک و باوک، منداڵەکەیان بەبێ ویستی ئەوان، ڕێک هاوشێوەی خۆیان بار دێنن و ناوی پەروەردەکردنیشی لێ دەنێن.
✍#نیچە
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
✍#نیچە
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
قسەکانی سادق زێباکەلام سەبارەت بە خۆشەویستی حیزبی دێموکرات و کاک مستەفا هیجری که لە نێو دڵی کۆمەڵانی خەڵکی ڕۆژهەڵات کوردستاندایە.
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
Rola Kurdan di hevkêşeyên herêmî de: Derfetek bo guherîna hevsengiya hêzê
Pirsên Rojhilata Navîn hertim di bin bandora lîstikvanên curbicur û siyasetên superhêzên cîhanî de bûye. D vê navberê de Kurd wekî yek ji lîstikvanên girîng ên herêmî di van salên dawiyê de û bi taybetî piştî guherînkariyên Sûriyê, bûye navendek ku bala hêzên navneteweyî kêşaye ser xwe. Di vê kurtemijarê de ez ê behsê rola Kurdan di hevkêşeyên herêmî û bandora hokarên jeopolîtîkî li ser siberoja Kurdan bikim.
Ewlehiya Îsraîlê û pêgeha Kurdan
Yek ji wan hokarên girîng ku giraniya siyasî ya Kurdan li Rojhilata Navîn zêde dike, pirsa ewlehiya Îsraîlê ye. Hebûna Kurdan di nav guherînkariyên Sûriyê de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê li ser sînorên bakûrê Sûriyê digel berjewendiyên Îsraîlê yek digirin. Îsraîl ku hertim li pey pêkanîna awayekî hevsengiyê di hemberî gefên herêmî de bûye, ji bihêzkirina rola Kurdan piştevanî kiriye. Ew piştevanî tenê di kiryarên nerasterast de sînordar nabe, belku berpirsên payebilind ên Îsraîlê bi aşkira behsê girîngiya Kurdan di hevkêşeyên herêmî û bi taybetî li Sûriyê kirine.
Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê di yek ji gotarên xwe de ragehand ku “Rojhilata Navîn di halê guherînê de ye, û dê Rojhilata Navîneke din ji dayîk bibe”.
Wî herwiha pêdagir kir, ku bi baweriya Îsraîl û Amerîkayê Kurd tenê hêza cihê baweriyê di herêmê de ne, û dikarin roleke kilîdî di warê binecihkirina ewlehiyê di herêma Rojhilata Navîn de bilîzîn. Ew baweriya Amerîka û Îsraîlê, girîngiya jeopoletîka Kurdan zêdetir ji her demekê zeq dike, û nîşana rolekê ye ku ew dikarin di siberoja siyasî ya herêmê de bilîzin.
Lawaziya Tirkiyê û derfetsazî bo Kurdan
Tirkiye di van salên dawiyê de bi sedema siyasetên êrîşkarane û kiryarên ku nayêne pêşbînîkirin, bûye welatekî lawaz. Siyasetên Enqereyê di serkutkirina Kurdan de, û pêkanîna kêşeyan di têkiliyên bi rojavayiyan re, ne tenê Tirkiye ji hevalbendên xwe yên kevn dûr xistiye, belku valatiyên navxweyî jî kûrtir kirine. Ew rewş derfeteke bêmînak ji Kurdan re pêk tîne bona ku ji wê lawaziyê bo bihêzkirina helwestên xwe mifayê wergirin. Bi vî halî jî, bikaranîna vê derfetê girêdayî yekîtî û hevbendiya navxweyî ya di nav baskên curbicur ên Kurdan de ye.
Nebûna ewlehiyê li Sûriyê û pirsa otonomiyê
Sûriye wek yek ji navendên sereke yê kêşeyên li Rojhilata Navîn, her niha jî digel kirîzên kûr ên siyasî, civakî û aborî berbirû ye. Helbet bi hebûna Tirkiyê û destwerdanên wê di Sûriyê de, zehmet e ku aramî û tenahî vegere wî welatî. Di vê navberê de Amerîka û welatên rojavayî bi berdewamî li ser hewceyiya razîbûna deshilata Sûriyê bi dana otonomiyê bi Kurdan li Sûriyê pêdagirî kirine. Herçend ku ev mijar hêla jî negihaye ti encamekê. Lê dîsan jî nîşana girîngiya Kurdan wek lîstikvaneke kilîdî di siberoja siyasî ya Sûriyê de ye.
Hinek waneyê dîrokê: Yekîtî wek merceke sereke bo serkevtinê
Dîrokê nîşan daye ku astengiya herî mezin li ser rêya gihîştina Kurdan bi mafê xwe yê rewa, nakokiyên navxweyî ne. Niha ku derfeteke bêmînak bo Kurdan pêk hatiye, girîngiya yekîtî û hevgirtina navxweyî zêdetir ji her demeke din tê hîskirin. Ger Kurd bikarin bi çareserkirina nakokiyên navxweyî û rawestiyana li ser berjewendiyên neteweyî, yekparçeyiya xwe biparêzin, hevkêşeyên herêmî dê di berjeweniya wan de bêne guherîn.
Encam
Pisgirêkên li Rojhilata Navîn aloz û çendalî ne, û Kurd dikevin nav dilê wan guherînkariyan de. Ji rola wan di ewlehiya Îsraîlê de û dîtingeha rojava ve bigire heya ku digihîje bandora siyasetên Tirkiyê û rewşa Sûriyê, Kurdan derfeteke bêhevta hene bo guherîna hevsengiya hêzê li herêmê. Axaftinên Netanyaho derbarê jidayîkbûna Rojhilata Navîneke din û pêdagiriya wî li ser baweriya bi neteweya Kurd, nîşan dide ku Kurd dikarin roleke kilîdî di ewlehiya herêmê de bilîzin. Bi vî halî jî serkevtina di vî warî de tenê girêdayî yekîtî, plandarêjiya stratejîk û hevsûyiya digel derfetên navxweyî ye.
✍️ N: #Ûrartu_Dilşîn

#کچی_کورد
کچی کورد جوانترین و ئازاترین کچی هەموو دونیایە کە جگە لەوە زیاتر لە نیوەی ئیش و ئازاری نەتەوەکەی چێشتووە , ئەرکی خۆشی بە باشی بە جێهێناوە.
بەشداری کچانی کورد لە کێبڕکی ئەسب سواری لە شاری #ورمێ

گرتنی پایهگای ئهمیرئاباد
ئهم بیرهوهریه به هاوكاری هاوڕێیانی ئهوكاتم نووسیوه كه بۆخۆیان لهگهڵ بوون
لهم عهمهلیاتهدا ٠
به دوای شههید بوونی كاك ههژار
ئهندامی كۆمیتهی ناوهندی و فهرماندهری هێزی پێشهوا ، دوژمن بەتایبەتی ( سوسەن ئابادی ) فەرماندەی گشتی ھێزەکانی دوژمن لەناوچەی مەھاباد ٠ بەبیستنی شەھید بوونی کاک ھەژار خۆشی و شادیان گێڕابوو ٠ پێیان وابوو شیرازەکە تێکچووەو زۆر بە ئاسانی دەتوانن زەڕبە لە پێشمەرگە بدەن ٠
ئێمەش زۆر له فكری عهمهلیاتێكی گهورهدا بووین
تا به دوژمن پیشان بدهین. كه ورهی بهرزی پێشمهرگه
چهند بههێزو بههێزتر بووه ٠
چونكه دوای شههید بوونی كاك ههژار ، دوژمن
جار جار هێندێك دمی دێنا پێش ٠ کە لەلایەن ھێزی پێشمەرگەوە جوابێکی وایان دەدانەوە دەیانتەزاندن ٠
بۆیه دوای پرس و ڕا وهرگرتن له فهرماندهو بهرپرسهكانی پێشمهرگه
ساغ بووینهوه كه هێرشێكی گهوره بكهینه سهر پایهگاكانی دوژمن
كه پێكهاتبوون له پایهگای ئهمیرئابادو دیدهبانهكان و پایهگاكانی دهوروبهری
له چهند كیلۆمهتری شاری میاندواو ٠
دوای شوناسایی له لایهن فهرماندهران
ههروهها بهشی خومپاره هاوێژی هێزی پێشهوا كاك عزهت پیرانی
كه كاری شوناسایی تهواو بوو
بهرنامهی كار داڕێژرا له لایهن فهرماندهی عەمەلیات و ھەروهها فهرمانده لكهكان و سهرپهلهكان ٠٠
بهشداربووانی ئهم عهمهلیاته
پێشمهرگهكانی لكی یهك
لكی دوو پهلهكانی. شههیدان و پهلی حاجی برایم ڕۆستهمی
لكی سێ. پهلی خوێنی كوردستان وپهلی ههڵۆ له ئهركانی هێز
لهم كۆبوونهوهدا شههید عهلی قازی به بۆنهی ساڵڕۆژی لهدایك بوونی شێعرێكی خوێندهوه ٠ لەدوایین ڕۆژی ژیانی ٠
ڕۆژی عهمهلیات و سەعاتی سفر و ناوی نھێنی شەو لەلایەن فەرماندەری عەمەلیات دیاری کرا ، کە کاک کەریم خاڵدار بوو ٠
چۆنیهتی دابهش بوونی پەلەکان
گرتنی پایهگا ههروهك چاوهڕوان دهكرا به ئێمه ئهسپێردرا
وهك پهلی شاهۆ لهگهڵ ههڵبژاردنی چهند پێشمهرگهی تر له پهلهكانی تر بۆ پایهگای ئهسڵی٠٠
كاك كهریم و پێشمهرگهكانی پهلهكانی تر بۆ پایهگاكانی تر
لهگهڵ دهستهی كهمین و بهشی خومپاره هاوێژ
بۆ پێگهی دوژمن له نزیك ئاوایی بادام٠
ههموو ئهمانه حازرو ئاماده كران و هاتینه گوندی تاڵاو
تا ڕۆشتنمان بۆ عهمهلیات لهم گونده بووین ٠٠
ڕێكهووتی ٢٦-١٢-١٣٦٠ بوو
كه پایهگایان دا به ئێمه بیگرین ،،
من لهگهڵ جهعفهری گوشواره كه فهرماندهری ئهو عهمهلیاته بوو ههروهها كهماڵ سمایلزاده
پێش ئهوهی وهڕێبكهوین كۆبوونهوهیهكی سێبهسێمان كرد٠
ڕاکشابووم لەو ماڵەی کە لێی بووین ، ھەردوو دەستم لەبن سەرم دانابوو ، چاوم بڕیبووە بنی میچەکەو لە گژ فکران ڕاچووبووم ٠
لەناکاو ڕووم لە جەعفەرو کەماڵ کردوو ، كووتم مادام گرتنی پایهگا به ئێمه دراوه ، پێویستە ئەمجارە شێوەی ھێرشکردن بگۆڕین ٠
چونکە بەڕاستی خاترەی تاڵم ھەیە لە گرتنی پایەگاکانی پێشوو تر ٠
كووتیان چۆن ؟؟. چۆنی بگۆڕین؟؟
قهرار وابوو بیكهینه سێ دهسته بۆ وهسهر كهووتن
ههر دهستهی بهرپرسێكی ههبێ
كووتم. با سێ دهسته نهبێ. تهنها یهك دهسته بین به پانهوه به لایهكدا بۆیان سهردهكهووین
ئێمه له پایهگاكانی پێشوو زۆرمان زهرهر كردووه
زۆر جار گوولهی پێشمهرگه. له پێشمهرگهی لایهكهی دی كهووتووهو شههیدی كردووه ٠
ئێستاش ئهگهر وانهكهین دیسان وامان لێ بهسهر دێ ٠
سەبارەت بەخۆم بەھیچ جۆرێک لە گوللەی دوژمن ناترسێم ، بەڵام بەڕاستی پێم زوڵمەو پێم خەسارە بە ( ھەڵە ) بە گوللەی پێشمەرگە و ھاو سەنگەری خۆم شەھید بم ٠
درووستهكهشی ههروا بوو. دوای پێداچوونەوەیەک بە چۆنیەتی ھەڵکەووتەی پایەگاکە سەرئەنجام بڕیاردرا به لایهكدا وهسهر كهووین و
لایهكیان بۆ چۆل بكهین تا لهخوارهوه بكهونه كهمینی پێشمهرگهكان
كاتی ههڵاتنی پاسدارهكان له پایهگا٠٠
ناوی نهێنی شهو دانراو.
سهعاتی سفر دیاری كرا بۆ لێدان٠
ورەی پێشمەرگە لە پێشوو بەرزترو خێراتر بوو ٠ دەمانویست ھێزو ورەی بەرزی خۆمان پێشانی فەرماندەکانی دوژمن بدەین٠ ئەو پایەگایانەی کە
ھەڵمانبژاردبوون گەورەترین پایەگاکانی دوژمن بوون ٠٠ بڕیار وابوو یهكهم تهقهی ئارپێجی ئێمه بین ،
له سهری سهعاتی یهكی شهو٠
وهڕێكهووتین ئهوهی لهبیرم مابێ
پهلی شاهۆ ههموومان بووین
لهگهڵ چهند پێشمهرگهیهكی دیكه.
شههید سهید تهها ئیسماعیلی شههید عومهر شایله
خالید وهنهوشه، شەریف باڵەکی و
چهند كهسێكی دی بوون ٠٠
تا گهیشتینه بن پایهگا دوژمن ههستی پێ نهكردبووین٠
به یهك خهت بۆیان وهسهركهووتین به شێوهی نیوه بازنهیی
كه ههموومان ئاگامان له یهك بوو٠
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
درێژەی بیرەوەری👇

شۆڕش ئەسەدزادە:
قهرار بوو جهعفهر گوشوارە لێیدا بە ئاڕپێ جی دوایه خۆمان له پایهگا باوێین٠
سیمی خاردار بڕدرابوون ڕێگا كرابۆوه بۆ هێرش كردن
بۆ ههموو پێشمهرگهكان ٠
ئهمن و جهعفهر و شەفیع دوو جار تا ئهوسهری پایهگا ڕۆشتین و گهڕاینهوه
تا بزانێ ههموو ئامادهن هیچ ڕێگریهك نیه بۆ لێدان ٠
مابووی بۆ سهری سهعاتی سفر
گوێم لێ بوو عهلی قازی به ساڵه قهڵهوی دهكووت
منداڵی خهڵكی ڕۆژی لهدایك بوونی كیكی بۆ دادهنێن و شهمعی بۆ ههڵدهكهن،،
ئهمنیش چاوهڕوانی گرمهو شریخهی ئاڕپێجیم بیتهقێنن
ساڵهش کووتی ھەر باشە تۆ دەزانی کەنگێ لەدایک بووی ٠ وهڵا من نازانم. ئێستاش دایكم نازانێ كهنگێ له دایك بووم ٠
منیش كووتم ئهرێ بابه ئهوه وهختی ئهو باسهیه بێ دهنگ بن٠
له دهقیقهو سانیهدا بوو هێنده ئاماده بووین ،، دهتكووت فهنهرمان له بن لاقییدایه ٠
ههموو ئامادهو پهنجه لهسهر پهلاپیتكهی تفهنگی تۆڵه
زامنی تفهنگهكان ترازابوون و له سهر ڕهگباری باراندنی ڕهق و تۆڵهی كوردانه بوو ٠
ئێستا ههموو ئهوانهی له پایهگادا بوون
بێ خهبهر بوون لهوهی دوا ساتهكانی ژیانی داگیركهریان بهسهر دهبهن و
مهرگ و نهمان. پێشمهرگهی كورد
تهنها چهند مهترێك لێیان دووره ٠
ڕۆڵهی ئازا ،، پێشمهرگهو فهرماندهی عهمهلیاته قورسهكان
جهعفهری گوشواره ،
وهك شێر نهڕاندی و گرمهی له پایهگا ههستاند بە ئاڕپێ جی ٠
كووتی. ههزاران جار ئهوهی كووتی
له گوێمدا ههر دهزرنگێتهوه
هاوارێكه ،، هاوارێك بوو ،،
ههتا ئێستاش لهگهڵی دهژیم و
ههتا دهشمرم ههر له گوێمدا دهزرنگێتهوه ٠
كووتی
دا لێیان دهن
دا بتانبینم
له دمیان دهن
كهللەی سهریان پێبكهن نهوی
بژی پێشمهرگه
بژی دیموكرات ٠٠٠
ئەم چەند ھاوارو شوعارەی فەرماندە جەعفەر ، لەناو پایەگایەکی بەھێزی دوژمن دا ٠ ھەموو ڕەگی لەشمانی بە جۆش خست ٠ ئەوەی بیرمان لێنەدەکردەوەو بە خەیاڵماندا نەدەھات مردن بوو ٠
زۆر گرنگە فەرماندە بۆخۆی لە پێشەو لەگەڵ پێشمەرگە بێ٠
لهبهر قرچهی كڵاشینكۆفی پێشمهرگه
لهبهر گرمهی نارنجۆك و
له بهر نركهی پیاوانهی پێشمهرگه
كوا دوژمن خۆی پێ ڕادهگیرێ ؟؟؟
هیچ ترسی ئهوهمان نهبوو گوللەی خۆمان پێشمهرگه بگرێتهوه٠
لای ئێمه دیار بوو لای دوژمنیش دیار بوو
ههرچی له پێشمان بوو دهمانكووشت
ھاوارو گریان و پاڕانەوەی دوژمنانی کورد
یاحسین یاحسین و یا ابولفەز ، گوێی عاسمانی کەڕ دەکرد٠
پایهگامان به سهردا وێران كردن ، ئای چەندە دیمەنێکی جوانە
كە دوژمنەکەت بە زەلیلی و سەرشۆڕی دەبینی ٠
له كاتی هێرشدا بۆ بهدبهختی پێشمەرگەیەک خۆی داوێتە
ناو سەنگەرێک پێی وابوو سەنگەری دیدەبانیە
ڕاست له چاڵی دهستشویی پایهگا دهكهوێت و
ئهویش بۆ خۆی بهزمێكی تایبهتی خۆی ههبوو
كهس نهیدهوێرا لێی نزیك بێتهوه لەبەر بۆگەنیوێ ٠
هاوار هاوارو پاڕانهوهی ههمیشهیی پاسداران
وهك دهنگی تهقه دههات
دیسان ئهوی خۆی بهدهستهوهدا نهمانكوشتن
ناو پایهگا پاسداری زۆر تێدا بوو ماشێنی زۆر لێ بوو
سهنگهرهكانیان قاییم بوو
بهڵام هیچ دهرفهتێكمان پێنهدان و
له ماوهی. پازده تا بیست دهقیقهدا
دهستمان بهسهر تهواوی پایهگادا گرت
كهلاكێكی زۆر كهووتبوو
كوڕهكان كهووتنه كۆكردنهوهی دهسكهووتهكان
ماشێنێكی ئایفای لێ بوو
جیبێكی سهدوشهشی لێ بوو
جیبێكی ههڵگری مووشهكی تاوی لێ بوو
مووشهكی سام حهوتی لێ بوو
خومپارهی لێ بوو
ههموو دهستكهووتهكانمان خێرا له ماشێنهكان داویشت
تفهنگێكی زۆر فیشهك و موهیماتێكی زۆر
تهواوی گووله تۆپهكان و خومپارهكان و
مووشهكهكانمان هێنا
كووتیان شهریف باڵهكی برینداره
هێنایان له پشتی ئایفایهكهیان هاویشت
ههر هاواری دهكردد دهیكووت
كوا پۆتینهكان له باوهشیدا بوو توند توند گرتبوی
كووتمان ئهوهتا به خۆته
عهجهب قارهمانێك بوو شهریف هیوای ساغ و سڵامهتی بۆ دهخوازم
پایهگا به تهواوی گیرا
خهریكی خۆ كۆكردنهوهو بهسهر كردنهوهی پێشمهرگهكان بووین
دهنگی چهند تهقهیهك هات
چاوهڕوان نهكراو بوو چونكه پایهگا ههمووی گیرابوو
كوڕهكان. ههڵوێستهیهكیان كردوو
جهعفهر كووتی ئهوه. ئهو تهقهیه چ بوو ؟؟
كوڕهكان كووتیان لهو لایه بوو
جهعفهر بۆخۆی چوو
كووتی وهرن لێرهدایه
كهسێك مابوو چووبوو له تانكیهكی ئاوی سهربازییهوه
جهعفهر له پشتهوه بۆی چوو نارنجۆكێكی تێ هاویشت و بێدهنگی كرد٠
ئێمه ئاگامان له كوڕهكانی دیكه نهبوو
كه ئهو پایهگایانهی بۆی سهركهووتبوون گرتوویانه یا. نا.
بهڵام دوژمن كه زانی ئهم پایهگایه گیراوه
به تۆپ و خومپاره ئێمهیان. خومپارهباران كرد
زۆر به خهستی لێیان دهداین
به داخهوه لهو خومپاره بارانهدا

خومپارهیهك له نێوان پێشمهرگهكانی لای خوارهوه دهكهوێت و لەگەڵ دەنگی ڕەگبارێک و ھەندێک تەقەی پەڕاکەند عەلی قازی بە گوللە شههید دهبێ و خالید وهنهوشهش به توندی بە پریشکی خومپارە بریندار دهبێ
ههموانمان له پشتی ئایفاكه هاویشتن ٠٠٠٠
ههموومان گهڕاینهوهو پایهگامان چۆل كرد
ههموو گیانمان خوێن و خاك بوو
تهپ و تۆزاوی و ماندوو
سهركهووت و سهربهرز ٠٠
بهڵام كوا ههموو ئهوانه دهبووه قهترهیهك له خوێنی شههید عهلی ؟؟
ههرگیز دوا قسهكانی عهلی و ساڵهم له بیر ناچێ
پێویسته بڵێم. پایهگاكانی تر نهگیران
چاكیان لێدابوون بهڵام بۆیان نهگیرا بوون ، ڕەنگە کەمکاری کرابێ یان شێوەی سەرکەوتنیان بۆ پایەگا ھەڵەی تێدابووە ٠
دهستهی خومپارە هاوێژی خۆشمان
به خومپاره لهو پایهگایهنهیان دابوو ههروهها چهند گوولهیهكیشیان له پۆلیسی ڕێگای میاندواو دابوو
كه پاسداری تێدابوو٠
كوژراوی دوژمن هێنده زۆر بوو ههر ڕهشیان دهكردهوه٠٠
ههشت كهسیشیان به دیل گیران
كه دوانیان وهزعیان زۆر خراپ بوو
یهك له دیلهكان قسهم لهگهڵ دهكرد
باسی وهزعی ڕۆحیهیانم لێ پرسی
كووتی ناڵێم ئێستا من دیلم بۆیه وا دهڵێم
بهڵام ههركات ناوی پێشمهرگه دههات
هیچمان ڕۆحمان پێ نهدهما ٠٠
ناوی پێشمهرگه زۆر به سام و دڵ خورپێنه ٠
ئهوهی بۆم باس كردن به چاوی خۆم دیومه
ئهم سهروهریانه درێژهی ههیه
له هێرش بۆ سهر پایهگای دووهم به داخهوه لهوێش
پێشمهرگهیهكی قارهمان شههید بوو به ناوی سولهیمان قادری خهڵكی گوندی گۆلێی شاروێران٠ ھەردوو شەھید لە گۆڕستانی ( قەرەداغ ) بەخاکی پاکی کوردستان ئەسپێردران ٠
دوای دوو سێ ڕۆژ كه ڕادیۆ دهنگی كوردستان
ههواڵهكهی خوێندهوهو ڕۆژێك پێشتریش سهرنجی بۆ لێدا بوو٠
كاك ئهحمهدی شێربهگی زۆر به حهماسهوه
ئهو عهمهلیاتهی خوێندهوه ٠
كوڕهكان ههموومان دانیشتبووین گوێمان دابویه ههواڵهكه
له پڕێكدا جهعفهر دهستی به گریان كرد٠
كووتمان جهعفهر بۆ دهگری چ بوو ؟؟؟
كووتی به ڕاستی ئێمه ئاوامانكرد كه ڕادیۆ باسی دهكا ؟؟
كووتمان ئهرێوهڵا لهوهش خراپتر بوو
هێشتا ههمووی نهكووتوه ٠
كووتی ئهگهروایه خوێنی عهلی و سولەیمان به فیڕۆ نهچووه ؟؟
جا به ڕاستی وابوو نهماندهزانی چمانكردوه تا دوایه ٠٠ له ههموو عهمهلیاتهكان وابوو. ڕۆحی عهلی و سولهیمان شاد بێ
پێویسته سوپاسی ئهم بهڕێزانه بكهم كه هاوكاریان کردوم
كاك خالید وهنهوشه
كاك عزهت پیرانی
داوای لێبوردن لهو كهسانه دهكهم ئهگهر ناویانم له بیر نهمابێ.
✍️ شۆڕش ئهسهدزاده

Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
یادێک لە شەهیدانی ١٧ی خەرمانانی ساڵی ١٣٩٧ی هەتاوی قەڵای دێموکرات، کە بەهۆی مووشەکباران سپای پاسدارانی تیرۆریست پەروەری تاران ١٦ کەس لە ڕۆڵە تێکۆشەرەکانی دێموکرات تێکەڵ بە کاروانی لەپسان نەهاتوویی شەهیدانی کوردستان بوو یادیان هەمیشە لە دڵماندا زیندووە، یادیان هەرمان و سەنگەری خەباتیان ئاوەدان.
باشترین پاداش بۆ شەهیدان درێژەدانی ڕێگایانە
#شەهید_دوکتور_قاسملوو
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
باشترین پاداش بۆ شەهیدان درێژەدانی ڕێگایانە
#شەهید_دوکتور_قاسملوو
کاناڵی کوردستان
❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
Please open Telegram to view this post
VIEW IN TELEGRAM
Forwarded from ربات دکمه شیشه ای
This media is not supported in your browser
VIEW IN TELEGRAM
بەشداربووی کام شار زیاتر لەگەڵمان؟
👇👇😍😍👇👇😍😍
👇👇😍😍👇👇😍😍