Notice: file_put_contents(): Write of 4263 bytes failed with errno=28 No space left on device in /var/www/tgoop/post.php on line 50

Warning: file_put_contents(): Only 8192 of 12455 bytes written, possibly out of free disk space in /var/www/tgoop/post.php on line 50
کوردستان / Kurdistan@Rojhalati_kurdistan1324 P.36528
ROJHALATI_KURDISTAN1324 Telegram 36528
Rola Kurdan di hevkêşeyên herêmî de: Derfetek bo guherîna hevsengiya hêzê

Pirsên Rojhilata Navîn hertim di bin bandora lîstikvanên curbicur û siyasetên superhêzên cîhanî de bûye. D vê navberê de Kurd wekî yek ji lîstikvanên girîng ên herêmî di van salên dawiyê de û bi taybetî piştî guherînkariyên Sûriyê, bûye navendek ku bala hêzên navneteweyî kêşaye ser xwe. Di vê kurtemijarê de ez ê behsê rola Kurdan di hevkêşeyên herêmî û bandora hokarên jeopolîtîkî li ser siberoja Kurdan bikim. 

Ewlehiya Îsraîlê û pêgeha Kurdan

Yek ji wan hokarên girîng ku giraniya siyasî ya Kurdan li Rojhilata Navîn zêde dike, pirsa ewlehiya Îsraîlê ye. Hebûna Kurdan di nav guherînkariyên Sûriyê de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê li ser sînorên bakûrê Sûriyê digel berjewendiyên Îsraîlê yek digirin. Îsraîl ku hertim li pey pêkanîna awayekî hevsengiyê di hemberî gefên herêmî de bûye, ji bihêzkirina rola Kurdan piştevanî kiriye. Ew piştevanî tenê di kiryarên nerasterast de sînordar nabe, belku berpirsên payebilind ên Îsraîlê bi aşkira behsê girîngiya Kurdan di hevkêşeyên herêmî û bi taybetî li Sûriyê kirine. 
Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê di yek ji gotarên xwe de ragehand ku “Rojhilata Navîn di halê guherînê de ye, û dê Rojhilata Navîneke din ji dayîk bibe”.
Wî herwiha pêdagir kir, ku bi baweriya Îsraîl û Amerîkayê Kurd tenê hêza cihê baweriyê di herêmê de ne, û dikarin roleke kilîdî di warê binecihkirina ewlehiyê di herêma Rojhilata Navîn de bilîzîn. Ew baweriya Amerîka û Îsraîlê, girîngiya jeopoletîka Kurdan zêdetir ji her demekê zeq dike, û nîşana rolekê ye ku ew dikarin di siberoja siyasî ya herêmê de bilîzin.

Lawaziya Tirkiyê û derfetsazî bo Kurdan

Tirkiye di van salên dawiyê de bi sedema siyasetên êrîşkarane û kiryarên ku nayêne pêşbînîkirin, bûye welatekî lawaz. Siyasetên Enqereyê di serkutkirina Kurdan de, û pêkanîna kêşeyan di têkiliyên bi rojavayiyan re, ne tenê Tirkiye ji hevalbendên xwe yên kevn dûr xistiye, belku valatiyên navxweyî jî kûrtir kirine. Ew rewş derfeteke bêmînak ji Kurdan re pêk tîne bona ku ji wê lawaziyê bo bihêzkirina helwestên xwe mifayê wergirin. Bi vî halî jî, bikaranîna vê derfetê girêdayî yekîtî û hevbendiya navxweyî ya di nav baskên curbicur ên Kurdan de ye.  

Nebûna ewlehiyê li Sûriyê û pirsa otonomiyê

Sûriye wek yek ji navendên sereke yê kêşeyên li Rojhilata Navîn, her niha jî digel kirîzên kûr ên siyasî, civakî û aborî berbirû ye. Helbet bi hebûna Tirkiyê û destwerdanên wê di Sûriyê de, zehmet e ku aramî û tenahî vegere wî welatî. Di vê navberê de Amerîka û welatên rojavayî bi berdewamî li ser hewceyiya razîbûna deshilata Sûriyê bi dana otonomiyê bi Kurdan li Sûriyê pêdagirî kirine. Herçend ku ev mijar hêla jî negihaye ti encamekê. Lê dîsan jî nîşana girîngiya Kurdan wek lîstikvaneke kilîdî di siberoja siyasî ya Sûriyê de ye.   

Hinek waneyê dîrokê: Yekîtî wek merceke sereke bo serkevtinê

Dîrokê nîşan daye ku astengiya herî mezin li ser rêya gihîştina Kurdan bi mafê xwe yê rewa, nakokiyên navxweyî ne. Niha ku derfeteke bêmînak bo Kurdan pêk hatiye, girîngiya yekîtî û hevgirtina navxweyî zêdetir ji her demeke din tê hîskirin. Ger Kurd bikarin bi çareserkirina nakokiyên navxweyî û rawestiyana li ser berjewendiyên neteweyî, yekparçeyiya xwe biparêzin, hevkêşeyên herêmî dê di berjeweniya wan de bêne guherîn. 

Encam
Pisgirêkên li Rojhilata Navîn aloz û çendalî ne, û Kurd dikevin nav dilê wan guherînkariyan de. Ji rola wan di ewlehiya Îsraîlê de û dîtingeha rojava ve bigire heya ku digihîje bandora siyasetên Tirkiyê û rewşa Sûriyê, Kurdan derfeteke bêhevta hene bo guherîna hevsengiya hêzê li herêmê. Axaftinên Netanyaho derbarê jidayîkbûna Rojhilata Navîneke din û pêdagiriya wî li ser baweriya bi neteweya Kurd, nîşan dide ku Kurd dikarin roleke kilîdî di ewlehiya herêmê de bilîzin. Bi vî halî jî serkevtina di vî warî de tenê girêdayî yekîtî, plandarêjiya stratejîk û hevsûyiya digel derfetên navxweyî ye.

✍️N: #Ûrartu_Dilşîn

کاناڵی کوردستان

❤️🦋💫💫
@Rojhalati_kurdistan1324
Please open Telegram to view this post
VIEW IN TELEGRAM

tgoop.com/Rojhalati_kurdistan1324/36528
Create:
Last Update:

BY کوردستان / Kurdistan

Share with your friend now:
tgoop.com/Rojhalati_kurdistan1324/36528

View MORE
Open in Telegram

Telegram News

Date: |

Telegram message that reads: "Bear Market Screaming Therapy Group. You are only allowed to send screaming voice notes. Everything else = BAN. Text pics, videos, stickers, gif = BAN. Anything other than screaming = BAN. You think you are smart = BAN. Telegram offers a powerful toolset that allows businesses to create and manage channels, groups, and bots to broadcast messages, engage in conversations, and offer reliable customer support via bots. In the next window, choose the type of your channel. If you want your channel to be public, you need to develop a link for it. In the screenshot below, it’s ”/catmarketing.” If your selected link is unavailable, you’ll need to suggest another option. best-secure-messaging-apps-shutterstock-1892950018.jpg Select “New Channel”
from us

Telegram کوردستان / Kurdistan
FROM American